Dem Partî ragihand, mercê sereke ji bo proseyeke aştî û çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Abdulla Ocalan e.
Encûmena Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) bi armanca gotûbêjkirina pêşhatên dawî civiya. Dem Partî Dı daxuyaniyekê de got, gava destpêkê û ya herî girîng ji bo proseyeke aştî û çareseriyê, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKKê Abdulla Ocalan e.
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Weke DEM Partî em alîgirê çareseriyeke li ser bingeha wekheviya gelan, demokratîk û wekheviyê ne; em dixwazin destûreke bingehîn a demokratîk, komareke demokratîk û azad bê avakirin.”
Dem Partiyê amaje bi wê jî kir, “Hevdîtina dawî ya piştî tecrîda mutleq a 43 mehan girîng û erênî ye, lê tecrîd hîn jî dewam dike.”
Dem Partî dide zanîn, Ocalan gotiye, eger merc guncaw bibin, ew dikare proseyê ji şer û tundiyê bîne zemîneke yasayî û siyasî. Da zanîn jî, divê destpêkê azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk were û bi awayekî ewle û azad bikaribe kar bike.
Dem Partî her wiha da xuyakirin, eger zemîna diyalog û danûstandinê azad û wekhev bin, dê encam werin girtin.