Di êrîşên îro yên li ser Rojava Kurdistanê ji hêla dewleta Tirk ve hatine encam dayîn, 15 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê hatin kuştin.
Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja yekşemî 27 Cotmeha 2024ê ragihand, li Bakurê Sûryeyê li herêmên Mertala Feratê, Kaniya Aşitiyê û Minbicê 15 çekdarên YPGê/PKKê hatin kuştin.
Di daxuyaniya wezaretê da wiha hat gotin: “Operasyonên me dê bênavber bidomin”.
Ji 24 cotmeha 2024ê ve jî û di tolhldana êrîşa li dijî şirketa (Tusaş)ٍê, dewleta Tirk 120 armancên PKKê û YPGê li Başûr û Rojava Kurdistanê bombebaran kirine, herî kêm 21 çekdarên YPGê û PKKê kuştine.