Beriya 10 salan dema ku bajarê Kobanêyê Rojavayê Kurdistanê di bin xetereya ketina destê rêxistina terorîstî ya DAIŞê de bû, li ser fermana serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo parastina Kobanê ji xetereya rêxistina terorîstî, roja 28/10/2014an yekem karwanê pêşmergeyên Kurdistanê bi awayekî fermî li ser xaka Bakurê Kurdistanê re ber bi Kobanê çû.
Ev yekemîn car bû ku bi awayekî fermî hêzeke leşkerî ya Kurdî li ser xaka Komara Tirkiyê derbasî perçeyeke din ya Kurdistanê dibe, ev yek bi bûyereke dîrokî ya herî girîng hat hejmar kirin.
Dema gehiştina karwanê pêşmergeyan ji bo Kobanê, li wê demê tenê 20% a bajar di dest şervanan de mabû, 80% DAIŞê dagîr kirbû, lê belê bi gehiştina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bo Kobanê hevsengiya hêzê hat guhertin.
Karwanê yekem yê hêzên pêşmerge di 28ê Cotmehê da, karwanê duyem di 3ê Kanûnê da û karwanê sêyem jî di 15ê Çile da gehîştin Kobanê. Li her bajarê ku Karwanê pêşmergeyan ji Bakurê Kurdistanê derbas dibû, kurdan bi alên Kurdistanê pêşwaziya pêşmergeyan kir.
Pêşmerge karîn di dema 25 rojan da 65% ji xaka bajarê Kobanê ji dest terorîstên DAIŞê rizgar bikin, di dema 45 rojan de jî pêtir ji 85% ji wê rûbera di dest terorîstan de rizgar kirin.
Hêzên pêşmerge ku heta paqijkirina Kobanê bi temamî ji terorîstên DAIŞê li Kobanê mabûn, piştî 26ê Çileya 2015ê dest bi vegera bo herêma Kurdistanê kirin.
Paş ku Kobanê bi temamî ji aliyê pêşmergeyên leheng ve hat rizgarkirin, serok Barzanî bi bûneya rizgarkirina Kobanê ji destê DAIŞê peyamek belav kir û weha got: “îro nûçeyê rizgarkirina Kobanê gehîşte destê me. Vê nûçeyê her Kurdistanî û azadîxwazek kêfxweş kir. Ev serkeftin serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye. Serkeftina mirovahiyê ya li dijî hovîtiya terorê ye.