Di navbera berpirsên ‌HSD’ê de nakokî derketine, berpirsekî xwe radestî rejîmê kir

Di navbera berpirsên ‌HSD’ê de nakokî derketine, berpirsekî xwe radestî rejîmê kir

Bi sedema destwerdana berdewam a PKK’ê di tev karûbarên Rojava Kurdistanê de, pirsgirêk û nakokiyên berdewam derdikevin holê, ev jî bûye sedem di navbera kadroyên PKK’ê bi xwe de jî pirsgirêk û nakokî derkevin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, bi sedema destwerdanên berdewam yên PKK’ê di karûbarên leşkerî û sivîl yên Rojava Kurdistanê de, di navbera du kadroyên PKK’ê ku yek ji wan bi navê Hemze Mihemed Îbrahîm e û ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye û berpirsê giştî yê çekên gran yên hêzên ‌HSD’ê ye li bajarokê Minbicê yê ser bi parêzgeha Helebê û Dêrsim Amed ê de ku ji şêniyên Bakurê Kurdistanê ye û berpirsa giştî ya leşkerî ya HSD’ê ye li bajarokê Minbicê, pirsgirêk û nakokiyên kûr derketine, loma ji ber vê yekê di 12/10/2024an de Hemze ji ‌HSD’ê veqetiyaye û li sînorê parêzgeha Helebê xwe radestî rejîma Sûriyeyê kiriye.

Çavkaniyên me her weha tekez kirin, paş ku ev kadroyê PKK’ê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bo bajarê Dîmeşqê hatiye veguhestin, ‌HSD’ê daxwaz ji rejîmê kiriye Hemze teslîmî wan bikin, lê belê rejîma Sûriyeyê li ser daxwaza ‌HSD’ê razî nebûye.

Rejîmê ji berpirsên ‌HSD’ê re ragihandiye, Hemze bi kêfa dilê xwe ji ‌HSD’ê qut bûye û xwe radestî me kiriye, loma bi ti awa em wî radestî we nakin.

Pustên heman beş