PKKê di 24 saetan de 37 çekdarên xwe wenda kirin

15-ypg-mertala-ferat-kanya-ashtiye-info

Di 24 saetên rabûrî de 37 çekdarên PKKê, 23 jê li Başûrê Kurdistanê ketine ber êrîşên asmanî yên dewleta Tirkiyê.

Li gorî ajansa Anadoluyê, di 24 saetên rabûrî de dehan êrîş li Başûrê û Rojava Kurdistanê li dijî rêxistina PKKê û baskên wê hatine encam dayîn, 37 çekdar bûne hedefa êrîşan.

Hat ragihandin di êrîşan de 23 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê û 14 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê li Rojava hatine kuştin.

Derbarê êrîş û wendahîyan rêxistina PKKê tu agahî nedane.

Artêşa Tirkiyê duh navenda gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê – Devera Nihêliya topbaran kir, zirareke mezin bi malên şêniyên gund ket.

Pustên heman beş