Bi terzê terorîstan PKKe rîya gundên Amêdiyê TNT dike

PKKe rîya gundên Amêdiyê TNT dike-Net

Rêxistina PKKê bi terzê terorîstan dest avêtîye TNT kirina rîya hinek ji gundên devera Amêdiyê, rîyeka sereke jî teqandin û rewşa hatin û çûyinê bi temamî têkdaye. Hêzên Pêşmerge jî îro dû maynên PKKê li ser rêya di navbera Dêrelokê û Amêdiyê de teqandin.

Çavkaniyên Darka Mazî yên li Başûrê Kurdistanê aşkere kirin, çend rojan berê çekdarên PKKê çendîn cîhên hesas û rîya hatin û çûyina welatîyan li sînorê Amêdiyê TNT kirbû, yêk ji van kiryarên terorîstî yên PKKê li şeva 24 ser 25 Cotmeha îsal 2024ê pêkhat wexta rîyeka sereke li devera Amêdiyê teqandî.

Çavkaniyên me destnîşan kirin, li şeva 25î vê mehê çekdarên PKKê rîya sereke ya nêvbera komelgeha Mêrstekê û gundê Aşkê li sînorê qezaya Amêdiyê bi TNT yê hat teqandin.

Amaje kirin, teqandina vê rîyê bû sedema têkdana rewşa welatiyên deverê û hatin û çûyina wan.

Ji sala 2020 ve bi dehan mayîn û TNT yên PKKê li sînorê parêzgehya Dihokê teqiyane ku PKKê piranî jê li ser rîya Pêşmergehan di danan, li Nîsana sala rabûrî 2023ê her di teqîna TNT yeke PKKê de, welatiyekî devera Amêdiyê bi navê “Dilşad Ebdulrehman” jiyana xwe ji dest da û hevalê wî yê bi navê “Necîb Umer” birîndar ketibû.

Pustên heman beş