Fermandarekî giring yê PKKê bi navê kod Memed Cûdî di êrîşeke artêşa Tirkiyê de hat kuştin, HPGê jî îro kuştina wî piştrast kir.
Hat ragihandin, di êrîşeke artêşa Tirkiyê de ku li 25 Cotmeha îsal 2024ê ango berya 4 rojan li Bakurê Kurdistanê pêkhatiye, endamê fermandariya eyaleta Mêrdînê ya PKKê kesê bi navê Remezan Ela’eddîn û kodnavê Memed Cûdî hatiye kuştin.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja çarşemî 29 Cotmeha 2024ê kuştina fermandarê xwe Memed Cûdî piştrast kir.
HPGê ragehand, Memed Cûdî ev 16 salin erkên rêxistinê bêdudilî bi cih di anîn, ew milîtanê fedauî yê Apoyî û endamê fermandariya eyaleta Mêrdînê bû.