Rêxistina çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’ê)ve 3 zarokên din yên biçûk ên ji bajarên Minbic, Qamişlo û Hesekê bi armanca tevlîkirina wan di nava refên PKK’ê de revandin.
Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku wê di 25ê Cotmehê de, revandina 3 zarokan ji aliyê rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ve belge kiriye, navên zarokên hatine revandin jî evin: Xalid Yasîn El-Ebd ji Minbicê, Mihemed Hesen ji Hesekê û Ehmed Hemûd Letîf El-Siyad ji Qamişlo.
Toreyê her wiha ragihand, her sê zarok di sala 2011an de ji dayik bûne, û tevî hewlên malbatên van zarokan ji boy vegerandina wan û serîlêdana navendên girêdayî PYD’ê û HSD’ê, lê belê hewlên wan têkçûne û ew nekarîne zarokan bo mal û dibistanê vegerînin.