Pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!

Pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk, bi helkefta salvegera 10emîn a çûna pêşmerge bo rizgarkirina bajarê Kobanê yê Rojava Kurdistanê daxuyaniyek da û ragihand, îro di navbera hemû kurdên cîhanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku Kobanê rizgar kiribû heye!

Daxuyaniya Mustefa Ozçelîk wehaye:

Îro di navbera hemû kurdên cîhanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hevgirtina neteweyî ya ku Kobanîyê rizgar kiribû heye!

10 sal berê bi hevgirtina her çar perçeyên Kurdistanê, rêya rizgarkirina Kobanîyê vebibû; îro jî di navbera her çar perçeyên Kurdistanê de pêwîstî bi wê hişmendî û hisîyata neteweyî ya wek wê demê heye.

DAIŞa rêxistina terorîst, roja 13ê cotmeha 2014ê , êrîş bir ser bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê. Di nevbeyna çend rojan de, bi qetlîamên mezin ji %75ê Kobanîyê dagir kir.

Di demeke weha hesas de, pêwîstîya gelê me yê Kobanîyê bi alîkarî û piştgirîya pêşmergeyên Kurdistanê hebû. Bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî û bi daxwaz û erêkirina Emerîka û Fransayê Dewleta Tirkîyeyê qebûl kir ku hêzên pêşmerge ji ser Bakurê Kurdistanê derbasî Kobanîyê bibin.

Roja 29ê Cotmeha 2014ê, hêzeke pêşmergeyên  Herêma Kurdistanê, bi çekên xwe yên giran û sivik, ji Zaxoyê derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ji ser Silopya, Qoser û Pirsûsê derbasî Kobanîyê bû.

Gava ku hêza pêşmerge derbasî Bakurê Kurdistanê bû û ber bi Kobanîyê ve diçû, bi dehhezaran kurdên Zaxoyê hêza pêşmerge bi rê kirin û bi sedhezaran kurdên Bakurê Kurdistanê bi Alayên Kurdistanê pêşewazîya wan kir.

Di dîroka Kurdistanê de cara yekem bû ku wêneyekî weha çêdibû. Bi coş û hestyarî û hişmendîyeke neteweyî, niştimanî, dilê kurdên Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê û kurdên cîhanê dibûn yek.

Ew lehîya kurdistanîyên  Bakurê Kurdistanê ya ku bi konvoya pêşmergeyan re diherîkî, li Bakurê Kurdistanê, lehîya ji nûve vejîna neteweperwerî û kurdayetîyê bû.

Hêza pêşmerge gihîşt Kobanîyê, alîkarîya çekên pêwîst û teknîkî da YPGyê; bi hevgirtina pêşmerge û YPGyê, bi berxwedaneke hêja,  DAIŞa terorîst şikesteke mezin xwar û Kobanî ji dagirkerîya DAIŞê hate rizgar kirin.

Îro li Rojhilata Navîn îhtîmala ku guhertinên mezin çêbibin heye û mimkune ku van guhertinan, firsendên mezin bînin ber derîyê gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê.

Di demeke ewqas hesas û girîng de, di navbera her çar perçeyên Kurdistanê û hemû kurdên cîhanê de, pêwîstî bi wê lihevxwedîderketin, hevparastin, alîkarî, hevrêzîya ku bi hişmendî û hestyarîya neteweyî, niştimanî ya weke di dema rizgarkirina Kobanîyê de çêbibû heye. Klîda serkeftina gelê me yê her çar perçeyên Kurdistanê jî her ew hîsîyat, hişmendî û lihexwedîderketina nevxweyî ya neteweyî, niştimanî ye.

Îro pêwîstîyeke mezin li her perçeyekî Kurdistanê bi tifaq û hevkarîyên neteweyî û demokratîk heye; herweha, pêwîstî bi koordînasyon, dîyalog, hevrêzî, empatî û hişmendîyeke neteweyî, niştimanî ya di navbera her çar perçeyên Kurdistanê jî heye.

29.10.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Pustên heman beş