Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê encamên fermî yên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê eşkere kirin.
Xelkê Başûrê Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn çû ser sindoqan û dengê xwe da.
Komîsyona Serbixwe ya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê îro encamên fermî ragihandin.
Li gorî daxuyaniyê, rêjeya beşdarbûnê ji sedî 72,6 e.
Komîsyonê diyar kir ku li gorî encamên fermî hejmara kursiyên partiyan wiha ye:
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK): 39 kursî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK): 23 kursî
Newey Niwê (Nifşê Nû): 15 kursî
Yekgirtû: 7 kursî
Komel: 3 kursî
Helwest: 4 kursî
Eniya Gel: 2 kursî
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: Kursiyek
Goran: Kursiyek
Hejmara dengên partiyan
Komîsyonê destnîşan kir ku hejmara dengên partiyan jî bi vî rengî ye:
PDK: 812,794 deng
YNK: 409,548 deng
Newey Niwê: 292,032 deng
Yekgirtû: 117,444 deng
Helwest: 56,008 deng
Komel: 64,874 deng
Eniya Gel: 33,466 deng
Hevpeymaniya Herêma Kurdistanê: 13,254 deng
Goran: 11,641 deng