Çekdarên PKK’ê ciwanekî Kurd veşart, lê pêşmergeyên Kurdistanê ew radestî bavê wî kir

Çekdarên PKK’ê ew veşart lê pêşmergeyên kurdistanê radestî bavê wî kir

Çekdarên PKK’ê dayik û bavê ciwanekî Rojhilatê Kurdistanê ku ji boy lêkolînkirina li ser çarenivîsa kurê xwe serî li baregehekî PKK’ê li rojhilatê Kurdistanê dabûn, îşkence kirin û bê rûmetî bi wan kirin.

Ciwanekî rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Hamid Menûçehir Hisên, jidayikbûyê 21/8/2006an ku ji şêniyên bajarokê Selmasê ye, di meha 3/2024an de tevlî refên PKK’ê bûbû, di heman roj de bavê Hamid ji boy lêkolînkirina çarenivîsa kurê xwe diçe çiyayê Serhedê-Gundê Yarmiqê yê ser bi bajarê Bakoyê ve, lê li wir rastî bê rûmetkirin û êşkenceyê tê.

Di vîdeoyekê de ku bavê Hamid bi xwe diaxive û bi dest rûpela Darka Mazî ketiye, bavê Hamid bi vî awa çîroka tevlîbûna kurê xwe, bê hûrmetî kirin, îşkencekirina xwe û dayika Hamid bi destê çekdarên PKK’ê û veqetîna kurê xwe ji refên PKK’ê, dike:

Menûçehir dide xuyakirin, dema digihe çiyayê Serhedê, li wir hin çekdarên PKK’ê dibîne, pirsa çarenivîsa kurê xwe ji wan dike, lê belê, çekdarên PKK’ê bê rûmetiyê bi wî dikin, gefan li wî dixwen û jê re dibêjin, kurê te ne li cem meye, ti careke din pirsa wî ji me nekî, careke din tu vegerî vir emê guleyekê li sînga te bidin û te bikujin.

Çekdarekî PKK’ê li dayika Hamid xist û ew bi zorê xist nava wesayîtê de

Menûçehir dibêje, paş derbasbûna du mehan, careke din em çûn wir, vê carê min dayika Hamid “Raziye” jî bi xwe re bir, derdorên saet 6:00ê êvarê du çekdarên PKK’ê yên bi navên Egîd û Zîlan hatin cem me, çekdarê bi navê Egîd êrîşî ser me kir, li dayika Hamid xist û ew bi zorê xist nava wesayîtê de û ji me re got divê hûn ji vir herin, min cilên xwe çirandin û ji çekdarên PKK’ê re got, qey we şîrê însan nexwariye, çima hûn wisa dikin,  çekdara bi navê Zîlan mudaxele kir û got hevalê me şaşitî kiriye, ezê vê pirsgirêkê çareser bikim, ezê kurê we peyda bikim, lê belê derew li me kirin, em xapandin, da ku vîdeoya wan parve nekîn, me video sîl kir.

Menûçehir dibêje, em gelek caran çûn cem çekdarên PKK’ê û me ji çarenivîsa kurê xwe pirsî, çekdarên PKK’ê ji me re digo, hûn bi ciyên me dizanin, Îran we dişîne da ku cihên me deşîfre bikin, lê me ji wan re got, em li kurê xwe digerin, wî nîşanî me bidin emê careke din venegerin cem we. Ji me re gotin, kurê we li Başûrê Kurdistanê ye.

Her wiha tekez dike, berdewam wan seredana cihên PKK’ê kiriye û hewl daye kurê xwe bibînin da ku vegerînin malê, piştî ku ji me re hat gotin kurê we ji boy Başûr hatiye şandin, di roja 4/9/2024an de em çûn gundê Teymez li binara çiyayê Qendîlê û li wir me çekdarên PKK’ê dîtin û pirsa kurê xwe ji wan kir, lê belê bê encam bû.

Kurê min ji PKK’ê qut dibe

Menûçehir dibêje, di 1/10/2024an de, kurê min “Hamid” ji refên PKK’ê qut bûye û kariye xwe ji destê çekdarên PKK’ê rizgar bike û xwe bigihîne sînorê bajarê Soran û li wir xwe radestî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê bike. Yekem car pêşmergeyan dest bi lêkolînê kir, piştre di 10/10/2024an de pêşmergeyan peywendî bi min kiriye û ji min re gotiye, kurê we ji PKK’ê qut bûye, ew li cem meye û hûn dikarin werin kurê xwe bibin Malê.

Menûçehir rojekî piştî pêwendiya pêşmergeyan bi wî, anku roja 11/10/2024an diçe Başûrê Kurdistanê, li ser daxwaza wî pêşmergeyên Kurdistanê kurê wî teslîmî wî dikin û di 13/10/2024an de bi hev re vedigerin Rojhilatê Kurdistanê.

Pustên heman beş