43 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

43 bazirganên madeyên hişber hatin girtin

Zêdetir ji 16 kîlo madeyên hişber hat desteserkirin û 43 bazirganên mezin ên madeyên hişber hatin girtin.

Rêveberiya Nehîştina Madeyên Hişber îro 31.10.2024ê di daxuyaniyekê de ragihand, “Di berdewamiya hewlên dezgeha me di rûbirûbûna madeyên hişber de, ji destpêka vê mehê heta 31ê mehê, hejmareke operasyonên serkeftî hatin kirin.

Herwaha hat ragehandin: “Di operasyonan de, me karî 43 firoşyar û bazirganên mezin ên madeyên hişber bigrin û dest deynin ser zêdetir ji 16 kîlogram madeyên hişber.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, hejmarek ji girtiyan bazirganên mezin in, di nav wan da bazirganên navdewletî jî hene û torên wan hatine hilweşandin.

Li gor heman daxuyaniyê, ji bo van hemû çalakiyan, pêştir fermanên dadwerê lêpirsînê yên asayîşê hatibûn wergirtin û tedbîrên yasayî hatibûn girtin.

Herwaha hat ragehandin: “Hemû tawanbar radestî yasayê hatin kirin û dê di çarçoveya Yasa Rûbirûbûna Madeyên Hişber de bên darizandin.

Pustên heman beş