Li 10 herêmên Wanê çûnûhatin hate qedexekirin

Li 10 herêmên navçeyên Albakê ya Wanê ji bo 15 rojan, weke herêmên ewlekariya taybet hat ragihandin û çûnûhatin li wan herêman hat qedexekirin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniya xwe de diyar kir, bi armanca berdewamîkirina operasyonên leşkerî, biyara qedexeya çûnûhatinê bo 15 rojên din hat dirêjkirin.

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Wanê, qedexe îro dest pê bike û heta 16ê vê mehê berdewam dike.

Ji ber pêkanîna operasyonên leşkerî, gelek caran li parêzgeha Wanê qedexeya çûnûhatinê hatiye ragihandin.

Pustên heman beş