Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) girtina ciwanê Kurd Alî Çeven şermezar dike û radigihîne, “Girtina Alî Çeven, nîşan û encama hişmendîya dijayetîya miletê Kurd e.
Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 2ê Mijdarê di daxuyaniyekê de ragihand, “Ciwanê Kurd Alî Çeven ki ber ku di sosyal medyayê û di telewîzyonan de li nasnameya xwe ya kurdî xwedî derket, hate desteserkirin û paşê jî li Stenbolê hate girtin.”
Buroya Ragehandinê ya PWKê tekezî li ser wê yekê dike, “Girtina Alî Çeven, nîşan û encama hişmendîya dijayetîya miletê Kurd e.”
Herwiha PWKê girtina ciwanê Kurd Alî Çeven şermezar dike û daxwaza bedana demildest a Alî Çeven dike.
Buroya Ragehandinê ya PWKê bang li hemû Baroyên Bakurê Kurdistanê û parêzerên Kurd kir jî, ku divê li Alî Çeven xwedî derkevin.