Li Efrînê 5 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Li Efrînê 5 kes ji aliyê çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 5 kes revandin.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Leşkerî” kurdek li gundê Birka yê li navçeya mabeta revand û ber bi cihekî nediyar birin.

Da zanîn jî, li navçeya Cindirêsê 2 kesên ku di dama dawî de ji Libnanê vegeriyabûn, bi tohmeta ku berê pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re hebû, hatin revandin.

Rewangehê da zanîn jî, li navçeya Şera 2 welatî ji aliyê grupa El-Cebha El-Şamiyê hatin revandin, lê li hemberî 2 hezar dolar hatin berdan.

Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnan e, ji bilî dizî û talankirina zeytûnan û ferzkirina bacên giran li ser cotkaran ji aliyê grûpên çedaran ve, welatî jî direvînin û li hember standina pereyan, wan berdidan.

Pustên heman beş