Grûpên çekdaran li Efrînê du welatiyên Kurd revandin

Grûpên çekdaran li Efrînê du welatiyên Kurd revandin

Grûpên çekdarên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirîn, 2 welatiyên kurd revandin.

Li gorî Tora Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê, hêzên polîsên leşkerîyên ser bi artêşa Tirkiyê welatiyê bi navê Ehmed Hisên (43 salî) û Mihemed Dîb El-Hisên (45) salî di 3ê Mijdarê de ji bajarê Cindirêsê li gundewarê Efrînê revandin û ew birin cihekî ne diyar, û heta niha çarenivîsa wan nediyare.

Hêjayî gotinêye ku ew her du ciwan beriya demekê ji ber şerê li Lubnanê ji wir vegeriyabûn Efrînê.

Li Efrînê ku niha werzê çinîna zeytûnane, ji bilî dizî û talankirina zeytûnan û ferizkirina bacên giran li ser cotkaran ji aliyê grûpên çedaran ve, welatiyan jî direvînin û li hember standina pereyan, wan berddin.

Pustên heman beş