PKKe dibêje di Cotmeha de me 36 esker kuştine, 3 Gerîla jiyana xwe ji dest da ye

Belanco-Cotmeh-Info

HPGê îro amara şer û pevçûnên xwe yên saxte li Başûrê Kurdistanê aşkere kir û got ku wan 36 eskerên Tirk kuştine û 3 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja duşemî 4 Mijdara 2024ê amara Cotmehê ya şer û pevçûnên bi artêşa Tirkiyê re ragihand û li gorî wê di vê mehê de artêşa Tirkiyê 753 êrîş li dijî herêmên Gerîla encam da ne û di wan êrîşan de 3 Gerîla jiyana xwe ji dest da ne!.

Derbarê wendahiyên dijimin jî HPGê got: Di meha Cotmehê de me 36 eskerê Tirk kuştine, yêk jê efserekî payebilinde û her wiha 11 esker hatine birîndar kirin.

HPGe serê hemû mehekê amarên derew yên şerê bi artêşa Tirkiyê re radgihîne û her car dibêje me ewqas esker kuştine, HPGe vê yekekê weke şerekî medyayî dimeşîne ji bo ku binketinên xwe yên leşkerî veşêre û wisa xwe nîşanî gel bide ku ew di şer de serketiye.

Pustên heman beş