Çekdarên Sultan Mihemed El-Fatih dest bi ferizkirina baceke giran li ser cotkarên Efrînî kir ku bi qasî 3 dolaran bo her dar zeytûnekê tê xemilandin.
Hat ragihandin ku çekdar û milîşyayên girêdayi Tirkiyê yên bi navê çekdarên Sultan Mihemed Fatih, cotkarên herêma Efrênê ya Rojava Kurdistanê bêzar kirine û herî dawî baceke herî giran li ser wan feriz kirî ye.
Çavkaniyên li Efrînê aşkere kirine, çekdarên Sultan Mihemed Fatih 3 dolar weke bac li ser her dar zeytûnekê destnîşan kirine.
Biryara wê komê li ser cotkarên gundên Tirmîşa, Hec Qasim û Mistaşûrayê hatiye sepandin û li ser darzeytûnên biber û bêber jî hatiye ferizkirin.
Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.
Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, tecawuz, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdan berdewam dikin.