Bahçelî: “Ez li pişt gotina xwe me, divê Ocalan were û PKKê hilweşîne”

Bahceli-pkk-ocalan

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got: “Heke Ocalan bibêje PKKe qediya û rêxistin ji holê rabû, bila were koma DEMê û van tiştan yek bi yek bibêje. Ez li pişt gotina xwe me û di pêşniyara xwe da israr dikim.”

Bahçelî di Komcivîna Partiya xwe ya li Meclisê da axivî.

Bahçelî behsa Kurdan û têkoşîna li dijî PKKê kir û wiha got: “Hembêzkirina Kurdan esil e, têkoşîna li dijî PKKê esas e. Paqijkirina eşqiyayên çekdar mecburî ye û lihevkirina di siyasetê da feydeya me ya hevpar e.”

Der barê şaredarên ku ji wezîfeyê hatin jidûrxistin û şûna wan kesên din hatin wezîfedarkirin da jî Bahçelî wiha axivî: “Şaredar an wê wek mêran wezîfeyên xwe bikin, an jî wê guh bidin kiryarên mafdar û meşrû yên dewleta Tirk ên di nav sînorên hiqûqê da.”

Bahçelî got Serokomar Erdogan evîndarê miletê xwe ye û wiha dewam kir: “Birêz Recep Tayyîp Erdogan ji bo avakirina Sedsala Tirkiyeyê temînat e, evîndarê milet e û bi tecrube û zanîna xwe va ji bo me tekane vebijêrk e.”

Bahçelî der barê Şaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu da jî wiha got: “Ji ber ku em siyaseta Ekrem Îmamoglu napejirînin, ez hevdîtinê guncav nabînim. Dibe ku vê hevdîtinê îstîsmar bikin û MHPyê jî tevlî hin geşedanên li Tirkiyeyê bikin.”

Pustên heman beş