Piştî ku qeyûm hat ser Şaredariya Batmanê, hat zanîn ku malprea Kurdî ya Şaredariya Batmanê hatiye rakirin. Di malpera fermî ya Şaredariya Batmanê de nûçeyên kurdî jî dihatin parvekirin ku, nûçeyên nû û yên kevin hemû piştî qeyûm hatin jêbirin.
Di 4ê Mijdarê de hat ragihandin ku qeyûm hatiye ser şaredariyên wek Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Batmanê û Şaredariya Xelfetiya Ruhayê. Bo Şaredariya Batmanê Parêzgarê Batmanê Ekrem Canalp şûna Gulîstan Sonuk wek qeyûm hat peywirdarkirin.
Piştî ku qeyûman dest bi kar kirin jî, hat zanîn ku qeyûmê Şaredariya Batmanê ji malpera fermî ya Şaredariya Batmanê hemû parvekirinên bi Kurdî dane rakirin. Şaredariya Batmanê li ser malpera xwe ya fermî bi 2 zimanan parvekirinên xwe dikirin.
Ev yek di medyaya civakî de jî di raya giştî de jî rastî bertekên berfireh hat.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê berî du rojan biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan da, herwesa ji bo dema 10 rojan hemî çalakiyên sivîl jî hatin qedexekirin.