Li navçeya Xelfetî ya Rihayê, piştî xwepêşandanên li dijî biryara danîna qeyûmanan, 10 kes hatin binçavkirin. Li Mêrdînê jî 5 kes hatin binçavkirin.
Roja 4’ê Mijdarê, bi fermana Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê, şaredarên Mêrdîn, Riha û Xelfetî yên DEM Partiyê hatin dûrxistin û şûna wan qeyûm hatin danîn.
Piştî biryarê li her sê deveran çalakiyên nerazîbûnê hatin nîşandan û xwepêşandan hatin kirin.
Li Xelfetiya Rihayê, piştî xwepêşandan 16 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin piştî lêkolînan derketin pêşberî dadgehê.
Bi biryara dadgehê, 10 kes hatin zîndankirin û 6 kes bi kontrola dadî hatin berdan.
Herwiha li Mêrdînê hêzên ewlehiyê bi ser hejmarek malan de girt û 5 kes binçav kirin.