PDK ji bo avakirina hikûmetê bi partiyên siyasî re dest bi danûstandinan kiriye

PDK-Parliment-Info

Şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji bo pêkanîna hikûmeta nû, çend roj in bi aliyên siyasî re dest bi danûstandinan kiriye.

Ji dawiya hefteya borî ve, şanda taybet a PDK’ê ku ji bo civîna parlamentoyê û pêkanîna kabîneya dehem, dest bi serdan û hevdîtinan bi aliyên siyasî re kiriye.

Şanda PDKê heta niha serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê û Komela Dadweriya Kurdistanê kiriye.

Armanca PDKê ew e, bigihêje têgihiştineke hevbeş, ta ku di zûtirîn dem de civîna parlamentoyê û avakirina kabîneya nû dest pê bike.

Yekgirtûya Îslamî berî niha biryar dabû, ew ê di hikûmetê de beşdar nebe û opozîsyon hilbijartibû. Komela Dadweriyê jî, heta niha biryar daye ku nekeve parlamentoya Kurdistanê.

Pustên heman beş