Balafirên Tirkiyê ji duh ve, 29 çekdarên PKKê kuştine

PKK-16-Net

Balafirên şer yên artêşa Tirkiyê duh roja înî û îro roja şemî gelek êrîş li Başûr û Rojava Kurdistanê encam da ne, 29 çekdarên PKKê kuştine.

Li gorî amarên wezareta parastinê ya Tirkiyê ku ajansa Anadoluyê parvekirine, li herêmên operasyonên Pence li Başûrê Kurdistanê taybet li çiyayên Gare û Xakurkê û her wiha li herêmên Mertala Feratê û Çiqlê Zeytûnê, êrîşên hewayî di rojên 8 û 9 mijdara 2024ê de hatine encam dayîn.

Di êrîşan de, 13 çekdarên PKKê li Başûrê Kurdistanê û 16 jî li Rojava Kurdistanê ketine ber êrîşan û canê xwe ji dest da ne.

Derbarê êrîş û wendahiyên xwe PKKê tu agahî parvenekirine.

Pustên heman beş