Dijeterora Kurdistanê li ser hesaba xwe ya Facebook ê eşker kir, şeva derbasbûyî otomobîleke PKK’ê li navçeya Çemankê ji aliyê dronên Tirkiyeyê ve hatiye armanc kirin û 3 çekdarên PKK’ê tê de hatine kuştin.
Daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê wehaye:
Li gor agahiyên Dijeterora Kurdistanê, derengiya şeva borî firokeyeke bê firokevana artêşa Tirkiyê li gundê Kelîlê navçeya Çemankêya Amêdîya parêzgeha Duhokê, otomobîleke çekdarên PKK’ê armanc kiriye û di encamê de berpirsek û 2 çekdarên PKK’ê hatine kuştin.