Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” zarokek ji Til Refetê revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" zarokek ji Til Refetê revand

Rêxistina çete a bi navê “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, li devera Şehbaya Helebê, keçeke temen biçûk a kurd bi armanca tevlîkirina wê di nava refên partiyê de revand.

Li gorî agahiyan, rêxistina Ciwanên Şoreşger di 7ê Mijdara 2024 de zaroka bi navê Culnar Husên Salh a 16 salî ji bajarê Til Refet li devera Şehba li gundewarê Helebê revand û ber bi kampên perwerdeya leşkerî ve bir, heta niha jî çarenivîsa wê nediyare.

Culnar ji gundê Mamala yê navçeya Racoya bajarê Efrînê yê Kurdistana Sûriyê ye û ji sala 2018 ve ji bajarê Efrînê koçberî devera şehba bûye.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Li gorî çavdêran armanca çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” ji revandina zarokên temen biçûk, şûştina mejiyê zarokan li gor bîrdozên Partiya Karkerên Kurdistanê û tevlîkirina wan di nava refên leşkerî yên partiyê de ye.

Pustên heman beş