Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê parve kiriye, “Di xwenîşandan û nerazîbûnên Bakurê Kurdistanê de, 253 kes ji ber rûbirûbûn û berbarankirina hêzên ewlehiyê hatine desteserkirin.”
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê serê sibeha îro (Duşem, 11.11.2024) li ser rûdanên dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê yên Bakurê Kurdistanê û danana qeyûman li şûna wan ragehandinek parve kir.
Di wê ragehandinê de hatiye, “253 kes di nav xwenîşandan û diyarkirina nerazîbûnê li dijî danana qeyûman de rûbirûyî hêzên ewlehiyê bûne û tundûtîjî bi kar aniye, lewma jî hatine desteserkirin.”
Herwesa amaje daye, “Biryara girtinê ji bo 33 kesan ji wan 253 kesên ku hatine desteserkirin derkeftiye, piştî lêkolînê ji aliyê desthilata dadweriyê ve bi tometa “bangeşekirinê ji bo rêkxistina terorsitî, binpêkirina qanûna hejmar 2911 li ser nerazînûn û xwenîşandan û berhingarbûna hêzên ewlehiyê”.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê li roja 04ê vê mehê biryar li ser dûrxistina serokên şaredariyên Mêrdîn, Batman û Xalfetiyê û danana qeyûman li cihên wan da, herwesa ji bo dema 10 rojan hemî çalakiyên sivîl jî hatin qedexekirin.
Li dijî biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, di çend rojên borî de gelek çalakiyên nerazîbûnê û xwenîşandan li beranberî avahiyên şaredariyên wan her sê bajarên Bakurê Kurdistanê bi rê ve çûn û alîgirên Dem Partiyê daxwaza hilweşandina wan biryaran dikin.