Di bûyera çiyayê Şengalê de, kadroyeka hewalgîrya PKKê ciwanekî Êzidî da kuştin
Di êrîşa duh ya ku li çiyayê Şengalê otomobîlek tê de hatiye hedef girtin, ciwanekî Êzidî yê temen 17 sal bi navê Kerîm hat kuştin, ev ciwanê Êzidî bû qurbaniyê kadroyeka jin ya PKKê.
Duh roja yekşemî 10 Mijdara 2024ê li danê êvarê, dironên Tirkiyê otomobîlek li çiyayê Şengalê bordoman kir, hat ragihandin du kesan tê de jiyana xwe ji dest da. Darka Mazî agahiyên taybet der barê nasnameya qurbanîyan dest xistine, yêk jê ciwanekî Êzidî ye û kadroyeka hewalgîrîya PKKê ew xapandibû.
PKKê ciwanê Êzidî Kerîm xapand û da kuştin
Li saet 3 êvara duh otomobîleke ji curê (KIA SERATO) li çepên çiyayê Şengalê bûye hedefa balafirên artêşa Tirkiyê, piştî êrîşê derket holê ku ciwanekî Êzidî yê bi navê “Kerîm Hecî Şero” temen 17 sal, ji hoza Kurkurkî û ji şêniyên gundê Gabara, her wiha kadroyeke jin ya hewalgîrîya PKKê tê de hatine kuştin.
Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, kadroya hewalgîrîya PKKê ku di êrîşê de hatiye kuştin, ciwanê Êzidî Kerîm xapandibû û Kerîm weke şofêr ji boy xwe erikdar kirbû.
PKKê di medyaya xwe de wisa daye diyar kirin ku balafirên Tirkiyê gelê sivîl yê Êzidî hedef digirin, lêbelê bûyerên veşartî yên li pişt bordomana wê otomobîlê bi nihênî hiştine û rastiya babetî eşkere nekiriye ku kadroyeka ji bakurê Kurdistanê û endama hewalgîrîya rêxistinê jî di êrîşê de hatiye kuştin.
9 Salin PKKe berê ciwanên Êzidî dide mirinê
Çavkaniyên me destnîşan kirin, PKKe bi darê zorê ciwanên Êzidî li Şengalê tevlî refên xwe dikin û xeteriyeke mezin dixin ser jiyana wan, PKKe ciwanên Êzidî dixe xizmeta kadroyên xwe de û bi vê yekê ew dibine hedefa bordomanên artêşa Tirkiyê.
Piştî li Mijdara sala 2015ê Şengalê ji hêla hêzên Pêşmerge ve ji zora DAIŞê hatiye rizgar kirin, rêxistina PKKê ketiye di Şengalê de, ji wê demê ve PKKe ciwanên Êzidî dixapîne û tevlî refên xwe dike û piştre berê wan dide mirinê, loma jî divê êdî gelê Êzidî taybet li Şengalê ji tewanên PKKê re bibêje bese, û hesaba xwîna tev ciwanên xwe ji vê rêxistina dije Kurd bipirsin.