Tirkiyê ji 1 vê mehê ve bi dehan bombe û mûşek li ser gundên Dihokê barandine

PKK-Duhok-Village-Turkey-Kurdistan-11-2024-Info

Artêşa Tirkiyê bi sedema tevgera PKKê, ji 1î Mijdarê ve bi dehan bombe û mûşek li ser 10 gund û herêmên diyar yên parêzgeha Dihokê barandine, êrîşan zirarek mezin li pey xwe hiştiye û şêniyên van gundan di nîgeraniyeke berdewam de rojên xwe jiyan dikin.

Li gorî bîlançoya pevçûnên PKKê û artêşa Tirkiyê yên ji 1î Mijdara îsal 2024ê ve, 10 gund, gelî û çiyayên diyar yên sînorê parêzgeha Dihokê di operasyona Pence de hatine borduman kirin, dewleta Tirk êrîş dijwar kirine, hemwext PKKê jî tevgera çekdarên xwe pêtir nêzî gundan kiriye.

Gund û herêmên Dihokê yên ji 1î Mijdarê ve ketine ber êrîşan

Hindavî Gundê Guherzê.

Gundê Bazê.

‏Geliyê Bazê.

Gundê Berçê.

Geliyê Şêlaza.

Gundê Mijê.

Çiyayê Bêsimtî.

Çiyayê Metîna.

Deriyê Bêra.

Gundê Spîndarê.

Êrîş wisa bûn:

‎‏ Li ‎1/11/2024‏:

  • Demjimêr ‎3:18‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê tûnela çekdarên PKKê ewa li hindavî gundê Guherzê li nahya Dêrelokê li devera Nihêliya bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎7:30‏ mexreb topxaneyên artêşa Tirkiyê gundê Bazê li devera Berwarî Bala topbarankiriye û yek gulletop lêdaye.

  • Demjimêr ‎8:45 şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê hindavî ‏Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bi çeka doşkê û mûşekan bordumankiriye.

‏ Li ‎2/11/2024‏:

  • Demjimêr ‎4:30‏ êvarî topxaneya artêşa Tirkiyê aqarê gundê Berçê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya ‏ topbarankiriye û gulletopek bi nêzî gund ketiye.

Li ‎3/11/2024‏:

  • Demjimêr ‎8:20‏ sbê balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Şêlaza li devera Berwarî ‏Bala bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎2:20‏ ta ‎3:00‏ nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordumankiriye.

  • Demjimêr ‎4:06‏ êvarî topxaneyên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Mijê li devera Berê Gare topbarankiriye.

  • Demjimêr ‎6:10‏ mexreb balafirên artêşa Tirkiyê tûnela çekdarên ‏ PKKê‏ ewa li hindavî gundê Guherzê û çiyayê Bêsimtî li hindavî gundê Gîzê li devera Berê Gare bordumankirîne.

‎‏Li ‎4/11/2024:

  • Demjimêr ‎8:39‏ şevê balafirên artêşa Tirkiyê pişta gundê Mijê li devera Berê

Gare bordomankiriye.

‎‏Li 5/11/2024‏:

  • Demjimêr ‎10:00‏ Tta ‎11:00‏ Sibê topxaneyên artêşa Tirkiyê çiyayê Metînî ‏ li devera Berwarî Bala topbarankiriye û ‎9‏ gulletop lêdayne, her wiha li demjimêr ‎12:35‏ ta ‎4:00‏ êvarî dubare topxaneyên artêşa Tirkiyê çiyayê Metînî topbarankiriye û nêzîkî 30 gulletopan lêdayne.

  • Demjimêr ‎2:13‏ nîvro balafirên artêşa Tirkiyê yên ji corê helîkopter Deriyê Bêra û tûnela çekdarên PKKê‏ ewa dikeve hindavî gundê Guherzê bordomankirine.

  • Demjimêr ‎4:46‏ êvarî balafirên artêşa Tirkiyê pişta Kevirê Zer li rojavayê gundê Spîndarê ‏li devera Berê Gare borumankiriye.

Li ‎6/11/2024‏:

  • Demjimêr ‎12:42‏ şevê helîkopterên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê dîsa bi çeka doşkê û mûşekan borduman kir.

Ji hezîrana îsal 2024ê artêşa Tirkiyê qûnaxeke nû ji operasyona Pence li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê destpêkirbû, rojane gundên Dihokê di vê operasyonê de dihatin borduman kirin. Herî dawî û paş êrîşa PKKê ya li ser şîrketa fezayê ya Tusaşê li Enqerê, ji destpêka vê mehê ve artêşa Tirkiyê dîsa êrîşên hewayî yên li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê dijwar kirine û di 6 rojên dawîn de bi dehan caran êrîşî gundên Dihokê kirîye.

Pustên heman beş