Çekdarên PYD’ê yek kadroyên Komîta Şaxêya PDK-Sê ê bi navê Xiyas Îsmaîl di roja 9ê Mijdarê demjimêr 11:00 li pêş dikana wî ya li Dêrkê revand.
Li gor Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, çekdarên PYD’ê Xiyas Îsmaîl 49 salî, endamê Komîta Şaxêya PDK-Sê, li ber dikana wî li bajarê Dêrkê revandiye.
Toreyê got ku çekdaran ev kadroyê PDK-Sê ber bi cihekî nediyar ve revandiye, û heta niha çarenivîsa wî nediyare.
Xiyas Îsmaîl ji gundê Banê Qesrê yê gundewarê Dêrkêye.
Li gor agahiyan, Xiyas Îsmaîl pêştir di sala 2016an de jî ligel hejmarek ji endam û serkirdeyên ENCÛMENA Niştmanî a Kurd li Sûriyê (ENKS’ê) ji aliyê Asayîşa Rêveberiya Xweser ve hatibû revandin û nêzîkî 6 mehan di girtîgehê de mabû.
Çekdarên PYD’ê heyanî niha bi dehan serkirde û endamên partiyên encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê revandine û heta niha çarenivîsa hin ji wan nediyare.