Li Şirnexê herêma çiyayê Cûdî, çiyayê Gabar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin destnîşankirin û 15 rojan qedexe lê hat ragihandin.
Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de got, “Çiyayê Cûdî, çiyayê Gabar, Dolê û Dêriyê Zêr wek herêmên teybet hatin destnîşankirin û ji 13ê Mijdarê heta 27ê Mijdar a 2024’an, ev herêm wek herêmên ewlekariya taybet hatine destnîşankirin û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.”
Li gorî daxuyaniyê, ev qedexe ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehiştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî hatiye ragihandin.