PKKê mirina van 4 keçên Kurd 8 sale veşartibû

4-pkk-sharvan-ypj-net

Rêxistina PKKê nasnameya 4 keçên Kurd aşkere kir ku 8 salan berê li herêmên Rojava Kurdistanê û bakur û rojihlata Sûryê canê xwe ji dest da ne û ji nû ve îro mirina wan îfşa kir.

Yekîneyên Parastina Jinê YPJê ku yêk ji baskên PKKê yên jinan e, li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê nasnameyên 4 şervanên sala 2016an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

YPJê da zanîn ku nasnameyên her çar şervanan û cihê ku lê canê xwe ji dest daye bi vî rengî ne:

Amara Roj: Navê wê yê fermî Devlethan Erol e û ew ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê ye.

Ama Roja sala 2013an tev li refên YPJê bûye û 21ê Hezîarana 2016an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Berçem Amed: Navê wê yê fermî Cemîle Çinar û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.

Berçem Amed sala 2015an tev li refên YPJê bûye û 24ê Sibata 2016an li Bendava Tişrînê canê xwe ji dest daye.

Dilpak Cûdî: Navê wê yê fermî Esra Alîm e.

Dilpak Cûdî sala 2015an tev li refên YPJê bûye û 4ê Hezîran 2016an li Til Temirê canê xwe ji dest daye.

Hesret Gabar: Navê wê yê fermî Dilşah Meral e û ew ji Sêrta Bakurê Kurdistanê ye.

Hesret Gabar sala 2010an tev lî refên gerîlayan bûye û 11ê Gulana 2016an li Serê Kaniyê canêxwe ji dest daye.

Pustên heman beş