Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeya Sûdanî demjimêr 09:00ê sibeha îro (çarşem, 13.11.2024) gehişt balafirxaneya navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî derbarê serdana Sûdanî got: Emê gotûbêjan der barê hejmareke mijarên girîng bikin, weke mafên darayî yên Herêma Kurdistnê, serjimêriya giştî ya şênîyan û asayîş û wize û pêşde birina abûrî.
Li dû ragehandineke nivîsîngeha serokwezîrê Îraqê, Sûdanî piştî Hewlêrê serdana bajarê Silêmanyê jî dike.