Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 13.11.2024) li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje daye, “Serokwezîrê Îraqê serkeftina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kir û amaje da ku seqamgiriya siyasî ya Herêma Kurdistanê bingeheke giring a seqamgiriya hemî Îraqê ye. Serokwezîrê Îraqê herwesa tekez li ser giringiya pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kir, pêxemetî zêdetir pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî.”
Wekî ku amaje pê hatiye dan, di wê civînê de “danûstandin li ser arêşe û pirsên girêdayî mûçe û pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federalî de, destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û amadekariyên serhejmêriya giştî ya şêniyan li Îraqê hatin kirin”.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa pirsa mûçeyan de “tekez li ser pêdivîtiya dûrxistina pirsa xerckirina mûçeyên Herêma Kurdistanê ji her duberekiyeke siyasî kir, li ber ronahiya biryara Dadgeha Bilind a Federalî, wekî deverên din ên Îraqê.”