Kê Şengal rizgar kir?

Kê Şengal rizgar kir?

15 mehan piştî jenosîda ku çeteyên DAIŞ ê di 3ê Tebaxa 2014an de li dijî Kurdên Êzidî pêk anî, bi operasyona rizgarkirina Şengalê re Şengal ji çeteyên DAIŞ ê hat paqijkirin.

Operasyona Azadiya Şengalê di sedsala 21an de destkeftiya herî mezin a Kurdan e

Operasyona Şengalê du girîngî hebûn:

 Yekem; Cara yekem di 74 fermanên ku li ser kurdên Êzidî hatin derxistin de, kurdan li dijî jenosîdkaran hevgirîyekî mezin çêkir, ango ew dirindeyên DAIŞ ê bi destê Kurdan hatin jinav birin. 

Duyem; Operasyona Şengalê ji bo efsaneya DAIŞ ê destpêka dawî bûnê bû. Derxistina DAIŞ ê ji Şengalê ku li ser rêya 47 emîn a ku Reqa û Mûsilê bi hev ve girê dide, bandoreke domînoyê çêkir û rê li ber operasyona Reqa û Mûsilê vekir.

Operasyona azadkirina Şengalê yek ji serkeftinên herî stratejîk û neteweyî bû ku Kurdan di sedsala 21an de tomar kiri bû. Hêzên ku îro dixwazin vê pêngava girîng manîpule bikin û destkeftiyên operasyonê bidizin hene. PKK di nav van hêzan de di rêza yekemîn de ye.

PKK ji bo pêşîgirtina “Operasyona rizgarkirina Şengalê” tevgerîya

PKK ê hem bi rêya Amerîkayê hem bi rêya dewleta Iraqê û hem jî bi rêya hêzên li Rojava xwest pêşî li vê operasyonê bigire. Bi ti awayî beşdarî operasyona azadkirina Şengalê nebû. Dema ku PKK ê dît ku operasyona bi serket û di çapemeniya cîhanê de cih girt, di roja dawî ya operasyonê de, 13 ê Mijdarê, piştî bidawîbûna operasyonê, PKK ê danê nîvro çend yekîneyên xwe şandin nêzîkî navenda bajêr. Sembolên xwe li cihên wekî siloyên genim, ofîsên fermî û hwd ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin daliqandin. Dixwest di medyayê de îmajek çêbike ku wan bi xwe operasyon pêk aniye.

Lê belê hêzên PKK ê yên ku ji Rojava derbasî çiyayê Şengalê bûyî, ji bo têkbirina hewldanên hevpar ên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge yên li ser Şengalê tevdigerin. Ger PKK ê rêgirî li operasyona Şengalê nekiriba operasyon da di destpêka meha Nîsanê de bihata kirin.

PKK hewl dida operasyonê bi hêzên Şîe yên Iraqê re pêk bîne, ne bi hêzên kurdî re. Bi vî awayî xwest ku beşdarî operasyona Mûsilê bibe û bi vî awayî binyatekê ji xwe re amade bike ku bi fermî ji aliyê Iraqê ve were qebûlkirin û bibe beşek ji Heşdî Şeibî. Hêzên Iraqî û Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Haydar Abadî nexwest hêzên Pêşmerge operasyonê pêk bînin û bi PKK ê re plan çêdikirin.

Sabrî Ok û Riza Altun ji bo Şengalê li Bexdayê bi Şîeyan re li hev kirin

Di havîna 2015an de rêveberên PKK ê Riza Altun û Sabrî Ok li Bexdayê bi Abadî re hevdîtin kirin û operasyona Şengal jî di nav de gelek lihevkirin îmze kirin. Li gorî vê yekê, Şengal wê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê were veqetandin û PKK jî weke beşek ji hêzên leşkerî û siyasî yên girêdayî Iraqê li Şengalê bi cîh bibe. Îro hemû kiryarên PKK ê yên weke veqetandina Şengalê ji Kurdistanê û avakirina hêzeke Heşdî Şeibî ya bi navê YBŞ ê, biryarên rêveberên PKK ê yên di peymanên xwe yên bi rejîma Şîe ya Bexdayê ya di bin garantoriya Îranê de pêk anîne de misoger kiri bûn.

Di 10 ê Mijdarê de, piştî ku hêzên Pêşmerge herî dawî ji PKK ê re gotibûn “Hûn razî nebin jî em dest bi operasyona rizgarkirina Şengalê dikin, em ê operasyonê bikin”, medyaya PKK ê got, “PDK me asteng dike, da ku peymanên xwe di nav gel de veşêre.” Nûçeyên wekî “PDK Destûrê nade operasyonê bikîn” çêkirin.

Lê hêzên PKK ê beşdarî operasyonê nebûne û tenê bi daliqandina wêneyan li cihên ku ji aliyê Pêşmerge ve hatine rizgarkirin, bi fersend tevdigerin. Herwiha hêzên Pêşmerge jî di nav xefikên DAIŞ ê de jiyana xwe ji dest dan, PKK jî tenê ji bo daliqandina sembolên xwe yekîne şandin nava bajar.

Ji wê demê û vir ve, ev 9 sal in, PKK bi îstismarkirina Êzidiyan polîtîkaya veqetandina Şengalê ji Kurdistanê dimeşîne.

Serok Barzanî bi xwe Operasyona Azadiya Şengalê meşand û tenê hêzên Pêşmerge beşdar bûn

Serok Barzanî bi xwe koordînasyona operasyonê kir. Serok Barzanî piştî operasyonê li Çiyayê Şingalê ji çapemeniya cîhanê re axivî û amaje bi wê operasyonê kir û serkeftin diyarî jinên êzîdî kir û got: Azadkirina Şingalê ji destê terorîstên DAIŞ ê bi destê Pêşmergeyên me yên qehreman di ware sîyasî û leşkerî de serkeftineke dîrokîye ji bo gelê Kurdistanê. Ev serkeftin ji hemû aliyan re nîşan dide ku ew rojên ku dagirker û mêtingeran hewl didan gelê Kurdistanê tepeser bikin, êdî li pişt me ma. “Gelê Kurdistanê niha bi serê xwe parastina xwe dike, dijmin têk dibe û nirxên hemû mirovatiyê diparêze.”

Operasyona Şengalê operasyonek bû ku hemû cîhanê ji nêz ve di şopand. Piştî operasyonê Serokwezîrê Iraqê Abadî telefona Barzanî kir û bi xwe spasiya serok Barzanî kir. Ji çar aliyên cîhanê peyamên pîrozbahiyê ji bo serok Barzanî hatin.

Li aliyê din PKK ev 9 sal in êş û azarên Kurdên Êzidî îstîsmar dike û bi berûvajî kirina rastiyên dîrokî hewl dide rantê ku ji Şengalê bi dest xistiye biparêze. PKK bi siyaseta Êzidî ji nasnameya Kurdayetî durxistinê jenosîda sipî li ser Şengalê dimeşîne.

Pustên heman beş