Balafirên şer yê artêşa tirkiyê di êrîşekê de pênc çekdarên rêxistina PKKê li çiyayê Asosê yê li Başûrê Kurdistanê hedef girtin.
Ajansa Anadoluyê duh roja çarşemî 13 Mijdara 2024ê belav kir ku di operasyonekê de balafirên cengê li çiyayê Asosê yê li Başûrê Kurdistanê encam da ne, 5 çekdarên rêxistina PKKê hatine hedef girtin.
Di vê derbarê de wezareta parastina netewî ya Tirkiyê jî got: “Têkoşîna me ya dijî terorê bi biryar û bi bandor dê bidome”.
Rêxistina PKKê derbarê êrîşê û wendahiyên xwe yên li çiyayê Asosê tu agahî neda ne.