Êrîşên dewleta Tirk yên li dijî rêxistina PKKê li Başûr û Rojava Kurdistanê dewam dikin, di êrîşa dawîn de 4 çekdarên YPGê û PKKê hatin kuştin.
Li gorî ajansa Anadoluyê di 24 saetên derbasbûyî de li herêmên operasyonên Pence û Mertala Feratê ku li Başûr û Rojava Kurdistanê tên meşandin, êrîş li dijî liv û tevgerên PKKê û YPGê pêkhatine.
Li herêma opersyona Pence çekdarekî rêxistina PKKê û li herêma Mertala Feratê 3 çekdarên YPGê hatin kuştin.
Wezareta parastina neteweyî derbarê êrîşan raghand, “têkoşîna eskerana dijî teror û terorîstan bi qehremanî didome”.