NY: Zêdetirî milyonek Lubnanî koçber bûne

NY: Zêdetirî milyonek Lubnanî koçber bûne

 Neteweyên Yekbûyî radigihîne, 1.4 milyon kes ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Lubnanê koçber bûne.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber êrîşên Îsraîlê, ewlehiya xwarinê li Lubnanê ber bi xirabûnê ve diçe.

Herwiha got, 3189 kes hatine kuştin û 1.4 milyon kes ji encama êrîşên Israîlî li ser Lubnanê koçber bûne.

Ofîsa Neteweyên Yekbûyî dibêje, pêwîstiya xelkê Lubnanê bi alîkariyên mirovî yên bilez heye.

Ji 23ê Îlona 2024an vir ve, Îsraîl êrîşî Lubnanê dike, di encamê de zêdetirî 17 hezar kes hatine kuştin û birîndarkirin û zêdetirî milyonek Lubnanî jî koçber bûn, ku nêzîkî 70 hezarî ji wan koçberî derveyî welat bûne.

Wezareta Tenduristiyê roja 10ê Mijdarê ragihandibû, di êrîşên Îsraîlê yên li Lubnanê de herî kêm 3189 kes hatine kuştin û 14 hezar û 78 kes jî birîndar bûne.

Pustên heman beş