Baroyên Bakurê Kurdistanê banga rakirina pergala qeyuman dikin

Baroyên Bakurê Kurdistanê banga rakirina pergala qeyuman dikin

Baroyên Bakurê Kurdistanê li Mêrdînê bang kirin ku dawî li pergala danîna qeyuman were anîn. Her wiha hiquqnasan xwestin ku pirsa kurd li ser zemîna hiquq û demokrasiyê were çareserkirin û danîna qeyuman jî li pêş çareseriya pirsa kurd  dibe asteng.

Ji bo şermezarkirina danîna qeyuman Serokên Baroyên Bakurê Kurdistanê li Mêrdînê daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî li hewşa avahiya dadê ya Mêrdînê ji aliyê Serokê Baroya Mêrdînê Ahmet Dûyan ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku danîna qeyuman li dijî hiquqê ye, ne li gorî desturê ye û binpêkirina mafê hilbijartinê ye. Serokên Baroyan jî bal kêşandin ku divê dawî li pergala danîna qeyuman were anîn ji ber ku pergala qeyuman zirarê dide demokrasiyê.

Baroyên Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê bangewazî kirin ku êdî pêkanîna aştiyek mayînde bo herêmê pêdiviyek girîng e û bang li siyasetmedaran jî hat kirin ku berpirsiyariyên xwe cîbicîbikin û demildest bêyî ku cudahî û alozî kurtir bibin pirsa kurd çareser bikin.

Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz dibêje: “Pirsa kurd pirsek berfireh e, divê ziman were çareserkirin, perwerde were çareserkirin, nasname heye, xwerêvebirin heye, her wiha danîna qeyuman jî hember çareseriya pirsa kurd de astengiyek girîng e.”

Pustên heman beş