PKKe çima kadroyên xwe yên ji rêxistinê veqetiyayî dikuje?

PKK-veqetîn-Info-info

Di 7 ê Mijdarê de li Duhokê, du ciwanên ku berî du salan ji PKKê veqetiyabûn – Ciwan Rizgar ê 35 salî û Leyla Muhammedî ya 30 salî – hatin kuştin. Ev malbata ku salek bû zewicîbûn û zarokekî wan ê 50 rojî hebû, li ber çava zarokê xwe hatin gullebaran kirin. Hat zanîn ku kujer endamê PKKê bû.

Ciwan Rizgar kurê malbateke xizan a ji Efrînê bû. Piştî ku çend salan di nav PKKê de ma, nikarî li ber mercên dijwar bisekine û veqetiya. Piştî veqetînê, wî bi karkeriya rojane debara xwe dikir. Berî salekê bi Leyla re zewicî. Leyla keça malbateke xizan a ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Ew bi heyecanekê tevlî PKKê bibû. Piştî tevlîbûnê, dît ku rewş ne wek a ku dihat gotin e û biryar da ku veqete.

Her du ciwanên feqîr zewicîn. Ne bi siyasetê re eleqedar bûn, ne sîxur bûn û ne jî tiştekî din. Di xaniyekê de ku qenepeya wan jî tune bû, bi halîfleksê hatibû raxistin û bi balgîhên erdê, bi zarokê xwe yê 50 rojî re têdikoşîna debara jîyana xwe dida.

PKKê çima ev mirov kuştin? ne mimkun e ku sîxurekî ewqas girîng bi 20 dolarî rojane bi amilî bike. Nikarin agahiyên girîng ên PKKê îfşa bike, her du jî şervanên PKKê bûn û tu tiştên wan ku bi bin sedema kuştina wan tunebûn. Di rastiyê de, wan nizanibûn çima çûne nav PKKê û veqetîna wan jî ne ji ber sedemên siyasî bû, tenê jiyana PKKê ji wan re zehmet dihat. Ew ne dijminê PKKê bûn, hîn jî li malê kanalên tv ên PKKê temaşe dikirin û klîpên komên muzîkê yên PKKê guhdar dikirin. Heta bi hevalên xwe yên berê yên PKKê re têkilî dikirin. Kesê ku ew kuştin jî wek mêvan hatibû mala wan. Lê ev “hevalên PKKê (!)” li ber zarokê wanê 50 rojî ev her du kes gullebaran kirin.

Gelo çima?

Di dîroka Kurdan de PKKe tevgera yekem e ku kesên ji xwe veqetiyayî dikuje.

Piştî kuştina Hakî Karer ji aliyê PKKê ve, kesên ku PKKe wek tevgereke tarî didîtin yek bi yek hatin kuştin. Ji van ya herî berbiçav Celal Aydin bû. Celal, ku kadroyekî girîngê PKKê bû, ji ber ku ji PKKê veqetiya, ji aliyê “hevalên” xwe yên berê ve bi navê civînê hat gazîkirin, wan gorê wî bi wî da kolandin û gulleyek li serê wî xistin. Bûyera Celal Aydin di rastiyê de xaleke dîrokî ya girîng bû. Celal ne sîxurê dewleta Tirk bû, tenê serê wî tevlîhev bibû û xwest veqete. Lê ji bo PKKê veqetîn ji rêxistinê re xayintî bû.

Tu tevgerên Kurdî di dîroka xwe de kesên ji xwe veqetiyayî nekuştin. Îbrahîm Ehmed ji PDKê veqetiya û YNK ava kir. Lê PDKê ew nekuşt. Newşêrwan Mistefa ji YNKê veqetiya. Lê dostaniya wî bi Celal Talebanî re berdewam kir. Her wiha bi dehan kes piştî ku di tevgeran de cih girtin, gotin ku nikarin li ber mercan bisekinin an dixwazin perwerde bibin û veqetiyan. Tu kes nehat kuştin. Mirov di ciwaniya xwe de dikevin nav tevgerên siyasî, bi demê re an tevger an jî ramanên wan kesan diguherin, an jî ramanên wan naguhere lê dixwazin jiyaneke din ava bikin û ji tevgerê vediqetin.

Ji Celal Aydin heta Ciwan Rizgar û Leyla Muhammedî, kuştinên berdewam ên PKKê û kuştina hevalê/lî ji aliyê hevalî/lê ve.

PKKe veqetîn ji xwe wek sedemeke kuştinê dihesibîne. Ew sîstemeke ku bûye belaya serê Rojhilata Navîn, çavkaniya hemû paşverûtiyê ye, îradeya takekes înkar dike, bîatê li ser her kesî feriz dike û ji bo vê yekê tundiyê bi kar tîne, ji bikaranîna mirin û kuştinê qet natirse. Bi heman awayî wek ku DAIŞê şûr dida qirika mirovan û ew neçar dikirin ku kelîmeya şehadetê bînin û qirika wan dibirî, PKKe jî bi heman ramanên paşverû PKKtiyê li ser her kesî feriz dike.

Nabe ku mirov PKKê bi belgeyên kongreyan û daxuyaniyên fermî nas bike. Ji ber ku di van belgeyan de pir qala azadiyê, hevsengiya takekes-civakê, tundiya li dijî jinan tê kirin, lê paşê tenê ji ber ku ji rêxistinê veqetiyan mirovên ciwan tên kuştin. PKKe ne partiyeke modern a bi destûr û ne jî partiyeke xwedî rêveberiya demokratîk û zelal e. PKKe wek terîqetên ku di rabirdûyê de li Rojhilata Navîn mirîdên xwe yên veqetiyayî dikuştin, tevgereke koletiyê ye ku bi awayekî tûndrewî dixebite. Ketina nava PKKê heye lê derketin tune ye. PKKe vê yekê li kadroyên xwe feriz dike: an dê dijmin wan bikuje an dê ew bi xwe xwekuje an jî dê veqetin û bi awayekî hevalên wan ên PKKê wan bikuje. Yanî her kesê ku tevlî PKKê dibe, bi awayekî dê tuşî mirinê bibe.

Zincîra kuştinên PKKê ya hevalên xwe, ku bi Celal Aydin dest pê kiribû, li Ewropa, çiya û Başûr bi salan dewam kir. Di sala 1998 an de li Ewropayê du kesên ciwan, yek jin û yek mêr, piştî îşkenceyê hatibûn kuştin meytên wan hatibûn dîtin. Yek ji wan Şerîf Alpsozman (24) bû ku kadroyekî PKKê bû û di şer de bi hawinan lingên wî qutbûbûn, Îflinc bûbû û li ser kursiyê seqetan rûdinişt. Ya din Ayşe Dîzim (17) bû ku ji ber ku gundê wan hatibû şewitandin koçî Ewropayê kiribû. Wan hev hezkirin û zewicîn. PKKê her du jî girtin û li Bunker Valentîn bi îşkenceyê kuştin. Serê Eyşe xistibûn nava herriyê de û ew xeniqandin. Serê Şerîf ê seqet bi kilîda îngilîzî hatibû perçiqandin û sê caran bi wesayîtê ew hatibû pelixandin. Dadgeha Alman fermî qebûl kir ku PKKê ev cinayeta kirine. PKKê gaziyekî xwe yê şer û jinekî 17 salî bi hovîtiyeke wiha kuşt.

Helbet nav naqedin, ji Kanî Yilmaz heta Kemalê Sor, ji Osman Balîç keça wî rewşena 3 salî heta Şapur Bodişava, gelek kes bûn hedefa PKKê. Osman Balîç navek bû ku Murad Qarayilan ji berê de wek reqîb didît û bi talîmata rasterast a Qarayilan digel keça xwe ya sê salî Rewşan hat kuştin. Yanî sîstemek hat avakirin ku têde heval bûn katilê hevalî.

PKKe çima endamên xwe yên berê dikuje?

Her çiqas carinan hin sedem derdikevin pêş jî, em dikarin di çend xalan de rêz bikin ka çima PKKe hevalên xwe yên veqetiyayî dikuje:

1- PKKe ne li ser ramanê, lê li ser tundiyê ava bûye. Armanc ew e ku bi tirsandinê û bikaranîna tundiya bêsînor her kesî bide paşvekişandin. Gotineke PKKiyan heye ku pir bi kar tînin: “PKKe ji sibê re dihêle lê bê tol nahêle”. Lê heta niha yên ku bi navê tolê hatine kuştin Kurd in. Heta niha yek parêzgar an Generalek nehatiye kuştin. Mînak, fermandarê ku qetlîama Roboskî kir nayê kuştin lê lawê feqîrekî Kurd Ciwan Rizgar li ber zaroka xwe ya 50 rojî tê kuştin. PKKe bi giştî çekan li dijî Kurdan bi kar tîne û sedemê herî mezin ê vê yekê ew e ku xwe yekane bike. Tundiyê bi kar tîne ji bo bîatê feriz bike. Yanî çek bi kar tîne ji bo tirsandina civaka Kurd û tevgera xwe.

2- PKKe dixwaze bi tirsandinê pêşî li qutbûna ji kadroyên xwe bigire. Bi taybetî di salên dawî de bi hezaran kadroyên PKKê ji Rojava û Başûr veqetiyan û veqetîn berdewam e. Hin ji yên veqetiyayî ji Rojava diçin Tirkiyeyê. Beşek jî tên Herêma Kurdistanê û li vir jiyana xwe ava dikin. PKKe bi taybetî ditirse ku PKKyên ku li Duhokê jiyana xwe ava kirine bibin mînak ji bo yên mayî. Ji aliyekî ve jî bi agahiyên derewîn mîna “PDK wan neçarî fuhûşê dike, ji xizaniyê dimirin, PDK bi zorê wan radestî Tirkiyeyê dike, PDK wan neçarî kar bi MÎT ê re kirinê dike” hewl dide bi van derewan kadroyên xwe di nava xwe de bigire. Lê ev têr nake û PKK vê carê bi kuştinan peyama “heger hûn biçin, em ê we jî bikujin” dide.

3- Helbet peyamekê jî dide kesên din ên ku ji PKKê veqetiyane. PKKe bi vî awayî peyama “heger hûn xizmeta min nekin, ez ê we bikujim” dide yên veqetiyayî. Yanî dîsa bi tundiyê hewl dide ku mirovan teslîm bigire.

Bûyera Ciwan û Leyla ne ya yekem e, encama sîstema bêwijdan û paşverû ya PKKê ye. PKKe ji ciwanên Kurd re ne warê jiyanê ye, tenê warê mirinê ye.

Pustên heman beş