Di encama teqîna bombeyekê di nav hêzeke hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de, 2 efser û pêşmergeyekî şehîd bûn.
Li gor agahiyan, îro 17ê Mijdarê danê sibê li gundê Pelkanê yê Xurmatû bombeyek ku di rêya hêzeke Lîwaya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê de hatibû bicîkirin, teqiya.
Li gor zanyariyan, di encama teqînê de Eqîd Saman Saber Silêman, Eqîd Mihemed û pêşmergeyek şehîd bûne. Her wiha 3 leşkerên artêşa Iraqê jî birîndar bûn.
Leşkerên birîndar û termên şehîdan ji bo nexweşxaneya Xurmatû hatin rakirin.