Nasnameya 4 Ciwanên din yên Kurdan aşkere bû ku rêxistna PKKê 6 salan berê ew dabûne kuştin û mirina wan jî weke tev hevalên wan li malbatên wan veşartibû.
HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 17 Mijdara 2024ê nasnameya 4 Ciwanên Kurd yêk jê jin aşkere kir ku li mehên çirya pêşîn û Tîrmeha sala 2018an li Başûrê Kurdistanê ketibûn ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da bûn.
PKKê weke tev ciwanên din yên Kurdan, mirina van çekdarên xwe jî bo dema 6 salan li malbatên wan veşartibû û îro ev tewan aşkere bû.
Nasnameyên her çar gerîlayan wiha ne:
Mizgîn Umut: Navê wê yê fermî Aliye Îsazade ye û ew ji Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ye.
Xwînrêj Cûdî: Navê wî yê fermi Serdar Bayar e û ew ji Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye.
Kendal Dêrik: Navê wî yê fermî Suleyman Çelîk e û ew ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye.
Bager Farqîn: Navê wî yê fermî Serhat Guzel e û ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
Rêxistina PKKê her roj wêneyên komên keç û ciwanên Kurdan belav dike yên ku di salên berê de feda kirîn û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve mirina wan îlan dike, tê texmîn kirin bi hezaran ciwanên Kurd mabin ku hêjan PKKê nasnameya wan îfşa nekirbe.