Nîjadperestên Tirk ronakbîr û nivîskarê Kurd Necat Zanyar kirin hedef

Di demên dawî de nijadperestên Tirk, kesên ku bi dîtinên xwe yên Kurdistanî derdikevin pêş di nav civaka Kurd de dikin armanc. Yek ji van navan parêzer Necat Zanyar e ku bi kesayetiya xwe ya siyasî û rewşenbîrî derdikeve pêş.
Necat Zanyar, ku berê jî ji ber dîtinên xwe yên li ser medyaya civakî bûbû armanca nijadperestên Tirk û Kurdên entegrasyocî, vê carê ji ber gotara xwe ya bi navê “Rojhilat (Kurdistan) ya me ye, Rojava ya me hemûyan e” ku li Rudawê hatiye weşandin, li ser medyaya civakî ji aliyê nijadperestên Tirk ve hat armanckirin.
Necat Zanyar di maqaleya xwe ya ku di 9 ê Mijdarê de li Rudawê hatî weşandin de, miletên ku li Tirkiyeyê hatine Tirkkirin û nêrîna van miletan a dijminatiyê li hember Kurdan bi navê “Rojhilatî” pênasekirin nivîsîbû. Zanyar derbarê asîmîlenebûna Kurdan li gorî rêjeya miletên din ên ku hatine Tirkkirin wiha gotibû: “Lê belê digel van hemûyan, Rojhilatîyan xwe wek Kurd pênase kirin. Siyaseta Tirkkirinê ya nêzî du sedsalan îflas kir. Heke nave wê Rojhilat be jî, Kurdistan, bi nifûs û çanda xwe ya homojen, biberdewamî welatê Kurdan e .”
Zanyar derbarê pirsgirêka Kurd û Tirk de jî gotibû: “Kurd xwediyê Kurdistanê ne û hevparên Tirkiyeyê ne. Rojhilat ya me ye, Rojava ya me hemûyan e. Ev ne tiştên ku bi hev re dikevin nakokiyê ne, lê tiştên ku hev xurt dikin in.” bi vê destnîşaniyek girîng kiribû. Piştî vê gotara rewşenbîrî netewperwer Necat Zanyar, bi plangêrîyekî merkezî ji aliyê Tirkan ve bi kuştinê hat tehdîtkirin.
Kurdan jî hem piştgirî dan fikrên Necat Zanyar û hem jî li dijî van tehdîdan neyaran derketin.