Rêxistina PKKê îro nasnameya fermandareka YJA STARê aşkere kir ku 5 salan berê li Başûrê Kurdistanê hatibû kuştin û ji nû ve îro mirina wê îfşa kir.
YJA STARê ku yêk ji baskên jinan ya rêxistina PKKê ye, îro roja sêşemî 19 Mijdara 2024ê aşkere kir ku fermandara wan ya bi navê Beraet Hesen û bi navê kod Medya Egîd li Mijdara sala 2019ê ketiye ber êrîşên dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest da ye.
YJA STARê mirina vê fermandara xwe bo dema 5 salan veşartibû û îro ji nû ve hatiye û dibêje em wê bi rêzdarî bibîr tînin.
Rêxistina PKKê mirina bi hezaran ciwanên Kurdan vedşêre û paş derbasbûna demek dirêj ji nû ve dibêje me hevalên xwe wenda kirin, hemwext wendakirina fermandarên xwe jî ti carî îlan nake, PKKe vê dike ji bo ku xwe weke aliyê serketî di şerê saxte yê bi artêşa Tirkiyê re nîşanî gel bide.