Du Kurdên Herêma Kurdistanê di qezayekê de li Merîwanê mirin

Li Merîwanê qeza

Du Kurdên ji Başûrê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê di qezayeke trafîkê de mirin, qeza şeva borî li navbera Deriyê Sînorî yê Başmaxê û bajarê Merîwanê rû da.

Li gorî agahiyan, du otomobîlan li hev xist û 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn, her du kesên ku mirine ji Başûrê Kurdistanê ne û ji bo gerê çûne rojhilatê welêt, her du birîndar jî ji Rojhilatê Kurdistanê ne û yek ji wan ji Seqizê yê din jî ji Serdeştê ye.

Hat zanîn ku her du term li Saziya Bizişkiya Dadî ya Merîwanê ne.

Li gorî amarên Saziya Bizişkiya Dadî ya Îranê, îsal ji 21ê Adarê heta 21ê Tîrmehê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 6 hezar û 262 kes mirine û 127 hezar û 350 kes jî birîndar bûne.

Pustên heman beş