Îstixbarata dewleta Tirk MÎTê di operasyonekê de, yêk ji berpirsên rêxistina PKKê bi navê Serhat Tagar li çiyayê Garê kuşt.
Ajansa Anadolu îro roja pêncşemî 21 Mijdara 2024ê belav kir ku MÎTê di operasyonekê de ku li çiyayê Garê yê li Başûrê Kurdistanê encam daye, berpirsê PKKê yê bi navê Serhat Tagar û bi navê kod Merwan Hîzan kuştiye.
Tagar di sala 2014an da beşdarî PKKê bû, di navbera salên 2017-2019an da li herêma Zapê hat wezîfedarkirin û beşdarî gelek çalakiyên PKKê bûbû.