Çavkaniyên Îsraîlî ji Sky News a erebî re aşkera kirin: ‘’Armanca êrîşa li Beyrûtê ya ji aliyê artêşa Îsraîlê ve, berpirsê beşê operasyonên Hizbulahê Mihemed Heyder bûye.’’
Berî niha rojnameya Times Of Îsraîl ragehand ku behsa wê yekê tê kirin ku êrîşa li ser Beyrût a paytexta Lubnanê ya îro ber bi sibehê ve dibe ku bi armanca Serokê Giştî yê Hizbulahê Neîm Qasim be, an jî rêveberê payebilindê Hizbulahê Telal Hemiye hatibe armanc kirin.
Ji aliyekî din ve jî malpera El Hure ya Amerîkayî bi zimanê peyamnêrekî xwe yê li Beyrûtê ragehand, ku ‘’Heta naha ti zanyariyekî piştrastkirî ya derbarê kuştina Neîm Qasim an jî Telal Hemiye de tine.’’
Herwiha ti daxuyaniyekî fermî heta naha ji aliyê artêşa Îsraîlê ve jî vê derbarê de nehatiye belav kirin.