Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di roja duyê û dawiyê ya Korbenda MEPSê de li bajarê Dihokê, di konferanseke rojnamevanî de got, “Me herdem bizav ji bo wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê faktera seqamgiriyê be.” Ew gotina Serokwezîr Mesrûr Barzanî di demekê de hat ku niha Îraq rûbirûyî gefên şerekî deverê dibe.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Şemî, 23.11.2024), di roja duyê û dawiyê ya Korbenda MEPSê de ku li Dihokê bi rê ve çû, di konferanseke rojnamevanî de got, “Korbend zêdetir ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan e. Xelkê şareza çi akademî bin, çi siyasî, çi jî serkirdeyên aborî, digehin hev û dîtin û nerînên xwe li hev diguherin. Ew dîtin û nerîn digehin ber destên biryardêrên desthilatdariyê. Em hêvîdar in dîtin û nerînên nû bên amadekirin, ji bo ku hemî alî ji şer û lêkdanan dûr bikevin û zêdetir li ser aştî û pêkvejiyanê bifikirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, “Me herdem bizav ji bo wê yekê kiriye ku Herêma Kurdistanê faktera seqamgiriyê be. Bi berpirsên Hikûmeta Federalî re jî, me bi rêzdar Sûdanî re behsa wê yekê kiriye ku pêdivî ye Îraq ji hemî wan arêşe û aloziyên deverê bê dûrxistin û berjewendiyên bilind ên xelkê Îraqê û xasma ji bo me, berjewendiyên bilind ên xelkê Kurdistanê, li ber çavan bên wergirtin, em têkelî şer û têkdanekê nebin ku zirar ji bo xelkê me tê de be. Hindî ji me bê, em xwe ji wî şerî dûr dikin.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Em naxwazin bibin parek ji wî şerî. Ew şer di berjewendiya Îraqê de nîne. Herwesa em wesa difikirin ku ew şer çend ji Îraqê dûr bikeve, di berjewendiya xelkê Îraqê de ye.”