Êrîşên dewleta Tirk yên li dijî rêxistina PKKê li Başûr û Rojava Kurdistanê dewam dikin, di êrîşa dawîn de 7 çekdarên YPGê û PKKê hatin kuştin.
Li gorî ajansa Anadoluyê îro roja şemî 23 Mijdara 2024ê li herêmên operasyonên Mertala Feratê, Kaniya Aştiyê û Pence ku li Rojava û Başûrê Kurdistanê tên meşandin, êrîş li dijî liv û tevgerên PKKê û YPGê pêkhatine.
Li herêmên operasyonên Mertala Feratê û Kaniya Aştiyê 6 çekdarên YPGê baskê PKKê yê Rojava û her wiha li herêma operasyona Pence bi taybet li çiyayê Metînayê çekdarekî PKKê hatine kuştin.
Wezareta parastina neteweyî derbarê êrîşan raghand, “têkoşîna eskerana dijî teror û terorîstan bi qehremanî didome”.