Ebubekir Karwanî: PDKê ti mercek ji bo partiya xwe tine, daxwazên wê yên niştimanî hene

Ebubekir Karwanî: PDKê ti mercek ji bo partiya xwe tine, daxwazên wê yên niştimanî hene

Siyasetmedarê Kurdistanê Ebubekir Karwanî ragehand ku ew xalên PDKê ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê daniye, ne mercên ji bo partiyê bixwe ne, daxwazên niştimanî ne.

Serok Barzanî di gotara xwe ya dawiyê de û berî wê jî bi berdewamî behs dikir ku ji bo paşerojê divê ‘’Yek Herêm, Yek Parlamento, Yek Hikûmet û Yek Hêza Pêşmerge’’ hebe.

Vê derbarê de siyasetmedar Ebubekir Karwanî di daxuyaniyekî de got: ‘’Bi nêrîna min ba, Yekgirtûya Îslamî û hemû aliyên îslamî beşdarî dê hikûmetê de kiriban.’’

Herwaha got: ‘’Naha li Kurdistanê bingehê opozîsyonbûn her tine. Pêwîste em qonaxekî pênc şeş salan pêkve, opozîsyon û desthilat û hemû alî, vê qonaxê derbas bikin. Destûrekî ji bo herêmê daynin, herêm û bazineya kesk û zer nehêlin. Hêza Pêmerge yek bixin, saziyan ava bikin, vê demê wate bidin opozîsyon û desthilatê bidin.

Karwanî diyar kir: ‘’Naha Kurdistanê pêwîstiya wê bi hikûmeteke Yekitiya Niştimanî ya giştî heye, ku ev qonaxa nazik a li Rojhilata Navên bê derbaskirin. Em li hember hemû metirsî û gefxwarinên li navçeyê tekoşîn bikin.’’

Dawiyê de jî derbarê wan çar xalên ku PDKê daniye bo paşeroja Kurdistanê; ‘’Min berê jî gotiye, ew ne mercên di berjewendiya partiya xwe de kirine, daxwazên niştimanî ne.’’

Pustên heman beş