Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê danûstandinan li ser peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya vê dawiyê li Îraq û deverê dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24.11.2024) pêşwaziya Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu kir.
Di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê Erman Topçu jî tê de amade bûbû, danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya vê dawiyê li Îraq û deverê hatin kirin.
Serokê Partiya Paşerojê amaje da pêgeha giring a Herêma Kurdistanê û tekez li ser bihêztirkirina peywendiyên Tirkiyeyê bi Herêma Kurdistanê re kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji aliyê xwe ve heza Herêma Kurdistanê ji bo pêşvebirina peywendiyan bi Komara Tirkiyeyê re di warên cuda cuda de tekez kir.